cahit yetek bawerî şarkı sözleri
Bawerîya min bi tiştekî nemaye
Û berî her tiştî bi min
Ez niha çoleke vikîvala me
Wek sîsirkeke ji nişka va ronahî bê ser
Ber bi tarîya destbirak a hinavê xwe da
Vedikişim
Nizanim dawîya min çi ye
Ne jî bawerî çi ye
Jixwe her du jî ji bo min ne xem in
Di rojên herî xerab da
Di rojên xweş û geş da
Tu caran nehisîyame ku bawerî
Dikare tiştekî biguhere
Di rojên xweş û geş da
Min tiştekî ji tenahîya xwe dosttir
û berdiltir nedît
Ji wêrana di hundirê xwe da tiştekî
Bisebirtir û nêzîktir nedît
Jixwe her du jî ji bo min ne xem in
Di rojên herî xerab da
Di rojên xweş û geş da
Tu caran nehisîyame ku bawerî
Dikare tiştekî biguhere
Di rojên xweş û geş da
Min tiştekî ji tenahîya xwe dosttir
Û berdiltir nedît
Ji wêrana di hundirê xwe da tiştekî
Bisebirtir û nêzîktir nedît