cahit yetek min dît şarkı sözleri
Sar e nav destê min, ewr e nav çavê min
Mirar dibin çûkên asîmanên min
Nizanim, ditirsim û him jî hez dikim
Rêyên ku tên ba te kengê xilas dibe
Min dît bê te nabe, tu wek nan û avek
Ez mihtacê te me wek xewn û xeyalek
Min dît bê te nabe, tu wek nan û avek
Ez mihtacê te me wek xewn û xeyalek
Sar e awirên te, ez wek dîlgirtî me
Mêvan hatim an jî axir ne rehetim
Newal e laşê me û em dixeniqin
Rêbike bila bê hêvîyek ji bo me
Min dît bê te nabe, tu wek nan û avek
Ez mihtacê te me wek xewn û xeyalek
Min dît bê te nabe, tu wek nan û avek
Ez mihtacê te me wek xewn û xeyalek