cengiz yazgı offical lanîkem (pop versîyon) şarkı sözleri

Bîranînên te tenêtiya min diêşînin Bela xwe ji min venakin, min dadgeh dikin Ez mehkûmekî bêdeng û bê tawan im Tu tiştek nemaye ji bo şikayîtê, ez bi bin ketim Herî kêm di gumanekê da Di nava mij û dumanekê da, min bibîne Herî kêm di nava stranekê da Di giryana romanekê da, min bixwîne Pencereyeke daxistî Çi heye ji bo vegotinê Bajarekî bêy te bajarekî bêy te Çi têda heye ji bo vemanê Bajarê bêy te bajarê bêy te Çolistaneke wêran e Ya hebû û nebû Bi çûna xwe, te bi xwe ra biriye Herî kêm di gumanekê da Di nava mij û dumanekê da, min bibîne Herî kêm di nava stranekê da Di giryana romanekê da, min Bixwîne
Sanatçı: Cengiz Yazgı Offical
Türü: Belirtilmemiş
Ajans/Yapımcı: Belirtilmemiş
Şarkı Süresi: 4:26
Toplam: kayıtlı şarkı sözü
Cengiz Yazgı Offical hakkında bilgi girilmemiş.

Fotoğrafı