hamit karadeniz hamit karadeniz rewime le yarê şarkı sözleri
Sibê zû bû ez derketim ji malê
Min xatir nexwast ji zaroka, dê û bavê
Çavê yara min hêsir jê tê xwarê
Ez şifêrim ez rewîme lê yarê
Ne bi şevê ne bi roj xew heye
Herdû çavê min ji bê xewa sor bûye
Bêhna mazotê û yaxê kor bûne
Ez şifêrim ez rewîme lê yarê
Min zarokbûna zaroyên xwe nedî
Min Li ser van rîyan tu xêr nedî
Dinyayê gerîyam derman nedî
Ez şifêrim ez rewîme lê yarê
Şêrîn yaramin tim di bîra min de ye
Hesreta zarokê min dilêminde ye
Kefenê min tim di piştamindeye
Ez şifêrim ez rewîme lê yarê
Ez şifêrim ez rewîme lê yarê

