ikram balekani baba tahir (helbest) şarkı sözleri
Nizanim kê ez rût û uryan kirime
Nizanim kê ez rût û uryan kirime
Kîjan celadî ez bê can kirime
Ka bîne xencerê ez biqelêşim singa xwe
Da bizanim evînê çiqas wêran kirime
Her ew aşiq e ku ji can natirse
Her ew aşiq e ku ji can natirse
Kesê aşiq ji zincîr û zindan natirse
Dilê aşiq wek gurê birsî ye
Ew ji hey heya şivan natirse
Sê kul ketin dilê min yekcar
Xerîbî û esîrî û xema yar
Xerîbî û esîriyê çare heye
Xema yar û xema yar û xema yar
Delal, her du çavên min qesrên te ne
Delal, her du çavên min qesrên te ne
Birûyên min rêya hatin û çûna te ne
Pê xwe hêdî danê ser çavên min
Ez ditirsim, bijangên min biêşînin pê te
Yek derd û yek derman dixwaze
Yek derd û yek derman dixwaze
Yek hatin û yek çûnê dixwaze
Ji derd û derman û hatin û çûnê
Ez wê dixwazim ya ku delala min dixwaze
Ku dil dilber be, nexwe dilber kî ye
Ku dil dilber be, nexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çî ye
Ez dil û dilber tevîhev dibînim
Nizanim dil kî ye û dilber kî ye