ikram balekani evîna feqiyê teyran - helbest şarkı sözleri
Ez çi bêjim çi beyan kim
Mexfiyetan ez eyan kim
Sira dilî aşkira kim
Kes bi halê min nizane
Çendî bêjim sir û halan
Ax ji destê çavxezalan
Her dinalim meh û salan
Kes bi halê min nizane
Ew mehbûba wek stêra
Tasîra keça mîra
Te helandî Feqiyê Teyra
Kes bi halê min nizane
Ew baxê sorgul di nav de
Yar û mehbûb meşiyan tê de
Xweş e ji keyfa dinê de
Kes bi halê min nizane
Meh û salan ez dinalim
Şev û roj talibwisal im
Aşiqê bejna şepal im
Kes bi halê min nizane
Aşiqê sêv û bîha me
Ji bo cemala mubtela me
Ger bibînim canfeda me
Kes bi halê min nizane