ikram balekani xeyam bi kurdi - helbest şarkı sözleri

Bi xunava li ser gulê Newroz xweş e Bi xunava li ser gulê Newroz xweş e Li seyrangehê hebûna yarê xweş e Ku di ser re dem çû, tu çi bêjî nexweş e Dilşa be, behsa duh meke, ji ber ku îro xweş e Ey yara ku bedewiya cihan î ji min re Ey yara ku bedewiya cihan î ji min re Delala dil î, tu rih û can î ji min re Delalê tiştek ji rih û can şirîntir nine Tu hezar carî ji can şirinîntir î ji min re Can dilketiyê rûyê te yê cindî ye ma çi bikim Dil şeydayê zimanê te yê şirîn e ma çi bikim Di can û dil de hezaran razên mircanî hene Lê te ziman kilîd kiriye, ma dikarim çi bikim Ma dikarim çi bikim! Ev cer jî demekê wekî min evîndar bûye Ev cer jî demekî wek min evîndar bûye Dilketî û bendewarê yareke kezîdar bûye Ev çembilê ku niha di gerdena cer de ye Rojekê destê evîndarekî li gerdena yar bûye Ho Meyger binêre min dil ji teşqeleyan vala ye Şêr hemû çûn, îro daristan jî vik û vala ye Her şev ku şûşeya şeraba asiman tijî stêrk bû Îşev ku dora me ye, asiman ji stêrkan vala ye Bi zana û aqilan re rûnê xweş bêje Ji nezanan dûr be, pê re nan nepêje Ji destê zanayan vexwe ger jehr be Ku nezan şekir bidin te, tu birêje Ku nezan şekir bidin te, tu birêje
Sanatçı: Ikram Balekani
Türü: Belirtilmemiş
Ajans/Yapımcı: Belirtilmemiş
Şarkı Süresi: 4:40
Toplam: kayıtlı şarkı sözü
Ikram Balekani hakkında bilgi girilmemiş.

Fotoğrafı