Şiwan Perwer şarkı sözleri
De lorî kurê min lorîDe lorî lorî kurê min lorîBavê te kuştin dayik bi gorîGernas û mêrxas divê tu negrîŞênî ku sax bin nema tu bimrîDujmin bi top û firok û leşkerBombardiman kir welat li her derHilweşandin tev mizgeft û dîwarKûr kûr dinalin jar û brîndarZar û zêçên Kurd pir têne kuştinDexl û rez û pez tiştek nehiştinTazî û birçî kir banger û berfWan venaşêrin van şikeft û berqefLi ser zikê xwe diçin bi mestîHin dest û hin pê, hin ser şikestîDi şevreşan de gernas e rêberŞêrê brîndar dema diçin şerDe lorî lorî kurê min lorîBavê te kuştin dayik bi gorîGelê hişyar e gelek giha yeTiving di dest e li ser çiya yeSêr û piling in hawîr dibazinDoza me Kurdan serbest dixwazinBi xwîn nivisîn li ser zinaranLivir nemaye cîyê neyaranBi qeşte dujmin qada me berdeEv der welatê gernasê Kurd eQada me berdin ji bo me yekserEm aştîxwaz in me navê ev şerEm jî wekî we divên serbestiMa kî dixwaze dîlî û bindestî